• Sunday, 22 February 2026
logo

Yukekdag: Hemû li dijî HDPê bûne yek

Gulan Media August 2, 2016 Nûçe
Yukekdag: Hemû li dijî HDPê bûne yek
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ragihand, ku her hemû partiyên Tirkiyê li dijî HDPê bûne yek.

Hevseroka Gişît ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag îro di civîna Fraksyona HDPê ya li Parlamentoya Tirkiyê de axivî û behsa bûyer û pêşhatên hefteyê kir.

Fîgen Yuksekdag amaje bi hewla darbeya leşkerî û ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê kir û got, HPD li dijî darbeyê û rewşa awarte ye û têkoşîna xwe bo azadiyê û demokrasiyê bidomîne.

Yuksekdag herwiha da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîran a sala 2015an darbeyeke siyasî li dijî HDPê tê meşandin.

Hevseroka HDPê da zanîn, ku partiyên Dad û Geşepêdan (AK Partî), Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) li dijî HDPê bûne yek.

Fîgen Yuksekdag wiha got: “Me pêşniyar kir ku hemû partî bibin yek. Lê belê hemû li dijî HDPê bûn yek. Li Qesrê vîna 6 milyon mirov hat wêdekirin. Em bi gotina wan û daxwaza wan tune nabin. Ew nikarin me tune bikin.”

Yuksekdag herwiha destnîşan kir, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Edogan parlamento lawaz kir û piştre jî darbekaran êrişî parlamentoyê kir.

Li ser mijara efûya Erdogan û vekişandina giliyên wî jî, Yuksekdag da zanîn, tenê HDP li derveyê efûkirinê hatiye hiştin û ji ber wê jî HDP li benê namîne ku were efûkirin.

bo wan kesên ku bi guneha bêrêzîkirin bi Serokomar gilî li dijî wan hatiye tomarkirin.

Rudaw
Top