“Serkirdeyên DAIŞê ji bajarê Mûsilê direvin”
Xalid Ubeydî got: “Ligel nêzîkbûna artêşa Iraqê û destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê, serkirdeyên DAIŞê wê bajarî bicîdihêlin.”
Pêşmergeyên Kurdistan û Artêşa Iraqê şerê rizgarkirina Mûsilê destpêkirine ku, ji Hizêrana 2014 ve di bin dagîrkeriya DAIŞê de ye.
Wezîrê Berevaniya Iraqê di hevdîtinekê de ligel telvîzyona Iraqiya de got: “Serkirdeyên DAIŞê xwe û malbatên xwe ji mûsilê dûrxistine û ew bajar bicîhiştine.”
Basnews
