Sererkanê Amerîkayê li Tirkiyê ye
Joseph Dunford şevê din gihîşt navenda leşkerî ya asmanî li Încîrlîkê û şeva xwe li wê derê derbas kir.
Dunford îro danê sibê hat bal leşkerên Amerîkî û biryar e piştî nîvro derbasî paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê bibe.
Tê gotin Dunford dê li gel SerokwezîrêTirkiyê Binali Yıldırım hevdîtinekê pêk bîne.
Li gor agahiyan, Yildirim û Dunford dê li Koşka Çankayayê bên bal hev.
Sererkanê Artêşa Amerîkayê piştî serdan xwe dê dîsa vegere navenda leşkerî ya asmanî li Edaneyê û dê sibe ji Tirkiyê here.
Rudaw
