• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka civiya

Gulan Media August 1, 2016 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka civiya
Êvariya roja yekşem 31.07.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya General Joseph Dunford Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û General Mc Farland Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji fermande û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand her carê ku Serok Barzanî dibînê û li gel da dicive li azadkirina Musil û şikandina Da'îş nêzîktir dibê û morala ji navbirina Da'îş zêdetir dibê. Her wiha li gotarek da Serok Barzanî ji naveroka plana welatê xwe û hevpeymanan ya ji bo têkşikandina Da'îş li Iraq û Sûriye agahdar kir û wê yekê dûpatkir ku Amerîka berdewam dibê li piştevanîkirina Pêşmerge û balkişand li ser wê yekê ku ji aliyê welatên hevpeymanan ve plana azadkirina Musilê bi bêyî beşdariya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftî nabê.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser azadkirina bajarê Musil û cihên dinên parêzgeha Nînowa û tekez li wê yekê kir ku li azadkirina bajarê Musilê li ruyê serbazî ve girîngtir hebûna plana siyasiye ji bo qonaxa piştî Da'îş û birêvebirina bajarê Musilê eve jî bi navê mîsogerkirina bexteweriya pêkhatan û rêgirtina li dûbarebûna karesatên dine.

Her li vê civînê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û serkeftin û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û Hêzên Iraqê hate nirxandin.

Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Top