• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel kesayetî û Serok Hozên Sunneyên parêzgeha Nînowa civiya

Serok Barzanî li gel kesayetî û Serok Hozên Sunneyên parêzgeha Nînowa civiya
Roja yekşem 31.07.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kesayetî û Serok Eşîr û Hozên Erebên Sunneyên parêzgeha Nînowa civiya.

Li civînê de kesayetî û Serokên Hozan ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin, her wiha spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kirin ku ji bilî rewşa şer û rewşa xerapa aborî, wê hejmara zêdeya koçber û xelkê derbederê parêzgeha Nînowa û navçeyên dinên li bin dagîrkeriya terorîstan himbêz kirine û Kurdistan bûye malekî aram ya lêqewimiyan. Rexne jî li Hikûmeta Iraqê girtin ku hîç hevkariyeke ji bo koçber û lêqewimiyan neşandiye û xwe bi xwediyê wan nezaniye.

Şandê destxweşiyê li Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku canê xwe ji bo azadkirina navçeyên parêzgeha Nînowa gorî kirine û piştî azadkirina navçeyan jî rê nedane merama dijminan ya têkdana birayetiya di navbera pêkhatên wan navçeyan pêkbê.

Kesayetî û Serok Hozên Nînowa rola Pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxandin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku bi navê parastina xelkê û baweriyeke zêdetir li hemwelatiyên navçeyê pêkaniye ku hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona azadkirina Musilê bike û xelkê parêzgehê mil bi milê Pêşmerge beşdariya şerê azadkirina Musil û parastina asayîşa navçeyê bikin.

Şanda mîhvan eve jî xistin rû ku ew şanaziyê bi rola serkirdayetiyê Serok Barzanî dikin û baweriyeke tevahî jî bi hêzên Pêşmerge û dezgehên emniyan heye û dixwazin berî destpêkirina operasyonê baweriyeke tevahî ji paşaroja xwe hebê.

Li beranber da Serok Barzanî li gotarek da ji bilî bi xêrhatina mîhvanan, tîşk xiste li ser rewşa navçeyê û behsa reftara dirindaneya Da'îş ya li beramber xelkê wê deverê kir û daxwazê ji amadebûyan kir ku hemahengiya wan ji bo birayetî û pêkvejiyanê hebê û wê yekê li bîra amadebûyan anî ku bi dirêjahiya xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de tu demekî rê nedane şer û berxwedan li beranber Hikûmetê bikin şerê Kurd û Ereb. Terorîstên Da'îş xwestin bigihin wê merama xwe û hinek kesên din ku wiha dizanîn bi wê rêyê digihine armancên xwe û şer bikin bi şerê Kurd û Ereb. Her wiha xwe wekî hatina hawara Erebên Sunne pîşan didan, ku derket Da'îş ji bilî li kavilkariyê tu tişteke din pêşkêşî navçeyên Sunne nişînan nekir û biçûkatiyê bi gelek bihayên Erebî jî kir. Tekez jî li wê yekê kir ku ewê destê wî li gel Da'îş de hebê û hevkariya Da'îşê kiribê û hizra Da'îşê pejirandibe, çarenûsa wan jî wekî Da'îş dibê.

Di derbarê beşdarîkirina xelkê parêzgeha Nînowa li şerê azadkirina Musil de, Serok Barzanî ragihand ku eve baştirîn û dirusttirîn rêye û pêwîste hun bi xwe beşdariyê li azadkirina navçeyên xwe û parastina wan da bikin û ji bo eve jî li gel aliyên peywendîdaran hemahengî dihête kirin. Serok Barzanî wê yekê jî piştrastkir ku parêzgeha Nînowa rewşekî xwe ya taybetî heye û divê çareseriyeke xwe ya taybet hebê û ezmûna hîç parêzgehekî din bi kêrî Nînowa nayê. Ji bo wê yekê berî destpêkirina operasyona azadkirina Musilê, pêwîste rêkkeftineke siyasî di derbarê qonaxa piştî Musilê bê kirin heta ku pêkhatên cûdayên wê parêzgehê ji paşaroja xwe bawer bin û carekî din tûşî karesatan nebin. Tekez jî li wê yekê kir ku azadkirina Musilê bêyî beşdariya Pêşmerge mehale û Pêşmerge beşdariya wê operasyonê dike lê belê naçê nava bajarê Musilê û tenê rola piştevaniyê dibîne.

Serok Barzanî piştrast kir ku babeta hewandina koçber û lêqewimiyan beşeke ji bihaya bilinda xelkê Kurdistanê û ji bilî wê rewşa giran û bi deng ve nehatina Bexda ya ji bo hevkariya wê xelkê, heta wê dema ku navçeyên wan têne azad kirin û vedigerin ser warên xwe, her çi li şiyanê da hebê ji bo dabînkirina jiyanekî aram ya ji bo lêqewimiyan kêmasî nayê kirin.
Top