• Sunday, 22 February 2026
logo

Fraksiyonên Kurdistanê: Divê Iraq daxwaza lêbûrînê li gelê Kurdistanê bike

Fraksiyonên Kurdistanê: Divê Iraq daxwaza lêbûrînê li gelê Kurdistanê bike
Fraksiyonên Kurdistanê li parlamentoya Iraqê beyanameyek derxistin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku, derbarê enfalkirina Barzaniyan de daxwaza lêbûrînê li gelê Kurdistanê bikin.

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Xoşewî Xelîl ji BasNewsê re ragehand, enfalkirin û cîh windakirina heşt hezar Barzaniyan ji aliyê partiya Baas a têkçûyê ve, bîreveriyekî xemgîne û em ji bîr nakin û tenê tewanê wan hemwelatiyên sivîl ê bi awayê kom bên kuştin jî kurd bûn û dervey wê jî tu tewanekî wan tunebû.

Xoşewî Xelîl amaje bi vê jî kir, ku ji ber salvegera vê rojê jî, roja şemiyê 30.07.2016ê fraksiyonên Kurdistanê beyanameyek belavkirin û di wê beyanameyê de daxwaza tezmînata menevî ji bo kesûkarên qurbaniyan hate kirin.

Li gor beyanameya fraksiyonên Kurdistanê; divê hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li gelê Kurdistanê bike û hewl bê dayîn li civata navnetewî de tewanê komkujiya Barzaniyan wek jenosid bê naskirin.

Di meha tîrmehê ya sala 1983ê de rejîma Baas a Iraqê bi çend êrîşan ve zêdetir li heşt hezar zilam û ciwanên eşîra Barzanî veguhestin û bi zorê dest danî ser wan û piştre jî bi piroseya enfal ve bi zindî xistin binaxê û komkujî pêkanî.

Basnews
Top