KERKÛK – DAIŞê êrîşê kargeha petrolê kir
Peyamnêrê Rûdawê ji Kerkûkê ragihand ku Hêzên Pêşmerge bi temamî kargeha dagirtina gaze kontrol kirine lê gumam heye ku di nav kargehê de jî bombe hatibin vedan.
Li gor daxuyaniya hêzên ewlekariyê hejmare çekdarên êrîşê kargeha dagirtina gaza kîbrîtê kirine 6 kes bûne û emdamê şaneyên veşartî yên DAIŞê bûne.
Hate gotin ku di dema êrîşê de 3 pasevanên kargehê revîne û yek jî birîndar bûye. Çekdaran di kargehê de 4 karmendên petrolê kuştine û 4 jî dîl girtine.
Kargeha dagirtina gaza kibrîtê yê Keywanê weke AB2 têd binavkirin. Piştî êrîşê Hêzên Pêşmerge yekser li herêmê operasyonek encamdan.
Hate zanîn ku pêşmergeyan karîn dîlên di destê çekdaran de rizgar bikin û bi temamî rewşê jî kontrol bikin.
Pêşmerge agahdar bû
Fermandarê Lîwaya 2 ya Hêzên Pêşmerge Şivan Heme Xerîb ji Rûdawê re ragihand ku piştî êrîşê wan yekser li herêmê operasyon pêkanîne û gor:
“Zanyariyên me hebûn ku li herêmê tevgera DAIŞê heye. Dihate texmînkirin ku dê êrîşê xalên lewaz an jî sivîlan bikin.”
Heme Xerîb diyar kir ku ji ber hejmara pasevanên kargehê kêm in çekdaran êrîşê vê derê kirine û wiha axivî: “Di yekem seta êrîşê de Lîwaya 2 gehişte cihê bûyerê û karîn êrîşê bişkînin û 4 welatiyên ku ji aliyê çekdaran ve hatibûne dîlgirtin, rizgar bikin. Lê beriya pêşmerge bigehe, 4 karmend hatibûn kuştin.”
Fermandarê pêşmerge daxuyand ku niha rewş di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye lê guman heye ku li nav kargehê bombeyên vedayî hebin.
Xala lewaz gundên Ereban in
Şivan Heme Xerîb behsa çawaniya erdnîgariya herêmê jî kir û got:
“Xala lewaz gundên Ereban ên li vê herêmê ne. Deşt û çolek fereh heye û em nikarin weke pêwîst zanyariyan ji gundan bigrin. Ji xwe gelek ji wan hevkariya DAIŞê dikin û di êrîşan de dibin alîkarê wan.”
Rudaw
