• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Şemzînanê şerekî giran derketiye

Li Şemzînanê şerekî giran derketiye
Hat zanîn ku li nêzîkî bajarê Şemzînanê yê Kurdistana Bakûr, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ji berbanga sibeha îro de li nêzîkî gundê Şapatanê yê Şemzînanê, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û heta niha jî didome.

Tê gotin ku destpêkê li wir teqînek qewimiye piştî teqînê şer derketiye.

Hêzên artêşa Tirkiyê dora cihê ku şer lê derketiye, girtine û nahêlin ti kes jê derkeve.

Li gorî agahiyan, hêzên artêşê wan deran didin ber topan ji ber wê jî agir bi daristanên wê deverê ketiye.

Çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin, di şerê Şemzînanê de gelek serbaz hatine kuştin û birîndar bûne.

Basnews
Top