Metirsiya zêdebûna şerê şîe û sunne heye
Parlamenterê PDKê yê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Erefat Kerem ragehand: ‘’Li ser qedexekirina Hizba Baas pirsgirêkekî mezin ava bûye. Parlamenterên Rewta Sedir hemû hatine ku deng bidin û ji bo ew partî bê qedexekirin. Îro 30.07.2016ê 288 parlamenter amade bûn. Sunne dibêjin em qebûl nakin ew yasa bi tenê bê pesend kirin, divê yasaya aştiya niştimanî jî hebe. Li gel wê yasayê bi hevre bên gotûbêj kirin. nabe qedexeya Baas bi tenê bi yasayekî bê pesend kirin. divê yasaya aştiya niştimanî de gohertin bên kirin.’’ herwaha got: ‘’Egerê avabûna pirsgirêka navbera şîe û sunneyan heye. Ji ber divê rêkeftinekî siyasî di navbera şîe û Sunne de hebe ku ew yasaye bê derbas kirin. ‘’
Dawiye de jî got: ‘’Em hêvîdarin negehine asta şer. Ji ber vê yasayê tundbûnek di navbera her dû aliyan de heye.’’
Basnews
