• Sunday, 22 February 2026
logo

Cîgirê Bexdadî hate kuştin!

Cîgirê Bexdadî hate kuştin!
Artêşa Iraqê ragihand ku wan cîgirê Ebûbekir Bexdadî kuştiye.

Arteşa Iraqê raghand ku wan komek serkirdeyên DAIŞê di dema civînekê de bajarokê Qayim a ser bi parêzgeha Enbarê bombebaran kirye û di encamê de 13 serkirdeyên wê rêxistinê hatine kuştin ku cîgirê Ebûbekir Bexdadî jî di nav de ye.

Di beyanameyekê de, Şaneya Şer a ser bi Fermandehiya Hevbeş a Operasyonên Hêzên Iraqî ragihandiye, wan tevgerek ne asayî li navçeya Qayim dîtine ku serkirdeyên DAIŞê jî di nav wê tevgerê de hebûne û hêzên Arteşa Iraqê jî ew dever bombebarankirine.

Li gor wê beyanameyê, di wê bombebaranê de 13 çekdarên DAIŞê hatne kuştin û 11ên din jî birîndar bûne û cihê ku civîn lê hatiye kirin jî bi tevahî hatiye rûxandin.

Hate ragihandin ku hejmareke teqemenî û du otomobîlên bombekirî jî hatine têkbirin.

Bajarokê Qayim dikeve ser sînorê Iraq û Sûriyê ku DAIŞê rûberek mezin ê wan herdu welatan kontrol kiriye

Rudaw
Top