• Sunday, 22 February 2026
logo

Washington: Hevpeymanan amadekarîyên oparasyona Mûsilê destpêkirine

Washington: Hevpeymanan amadekarîyên oparasyona Mûsilê destpêkirine
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka radigihîne; hevpeymanîya navdewletî niha berhevîyên destpêkirina operasyona Mûsilê dikin.

Entonî Plêngên di prês konferansekê da li Waşinton got: berhevîyên hevpeymanan bo operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Daişê destpêkirine û armanca serekî dê jinavbirina wê rêxistina terorîstî û vegerandina xelkê wê bajarî be.

Dupat jî kir, Amerîka û hevpeyman rijdin bi hemahengî digel desthilata Îraqê, mafên kemîneyan parastî bin, herwesa bo qonaxa piştî rizgarkirinê, kar bo aştewayê bê kirin.

Li gorî zanyarîyên pêştir yên serok wezîrên Îraqê, çaverê ye li meha çirya yekê ya îsal operasyona Mûsilê dest pê bike.

war.tv
Top