Erdogan: Ezê efû bikim
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê giliyên xwe yên şexsî li dijî kes û aliyan de daxuyanî da.
Erdogan got, ku ew dê hemû bêrêzî û sivikatiyên derheqê şexsê xwe de efû bike û giliyên xwe yên li dijî wan kesan paş ve vekişîne.
Erdogan wiha got:
“Heta wê gavê, ezê her core bêrêzî û sivikatiyên derheqê xwe de, bi carekê û bi taybetî efû bikim, ezê giliyên xwe paş ve bikişînim.”
Rudaw
