• Sunday, 22 February 2026
logo

Sedir dijayetiya xwe li ser hebûna navendek leşkerî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê ragehand

Sedir dijayetiya xwe li ser hebûna navendek leşkerî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê ragehand
Rêberê Rewta Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku, berî Amerîka navendên xwe li Herêma Kurdistanê divê Hikûmeta Iraqê di riwê wê de biweste.

Muqteda Sedir derbarê rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de û dengoya avakirina navendek Amerîkî li Herêma Kurdistanê divê Hikûmeta Iraqê rêgiriyê lêbike.

Di 12 Temûzê de, lêktêgihştinek di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka li Hewlêrê hate imzekirin.

Li gorî wê rêkeftinê Amerîka dê heta dawiya şerê lidijî DAIŞê alîkariyên darayî û leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike.

Basnews
Top