Serok Barzanî pêşwaziya şandekî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa wan gefan kir ku li encama şerê terorîstên Da'îş rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye û pêzanînên xwe ji bo dilfirehiya xelkê Kurdistanê û mîhvandariya sedanhezar penaberan hebû û pesnê hewlên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo ragirtina aramî û asayîş û parastina mafên mirovan kir ku ew jî li vê rewşa aloz û dijwara li encama êrîşa terorîstan de pêkhatiye.
Paşê di derbarê rewşa navçeyên azadkirî û reftarên hêzên Pêşmerge li gel wan navçeyan de bîr û ramanên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ji bilî wê yekê pêzanînên xwe ji bo rênimayî û fermanên Serok Barzanî yên ber çav girtina yasayên navdewletiyên şer hebû û daxwaz kirin ku rê li binpêkirinan bê girtin û eve jî xistin rû ku pêgeh û navûdengê xelkê Kurdistanê yê lêborîn û pêkvejiyanê û ber çav girtina bingehên mafên mirovan li xwe digre.
Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li hewl û keda tîmên çavdêrîkirina mafên mirovan kir û ji bo hevkarî û hemahengî kirina li gel wê rêxistinê amadehiya tevahiya sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ragihand û eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku terorîstên Da'îş dirindeyiyeke mezin nîşandan û birîneke kûr li laş û bedena xelkê Kurdistanê û pêkhatan de dirust kir. Li gel eve da jî li şerê terorîstan de siyaset û reftarên giştî ya Hikûmeta Herêmê Kurdistanê ya ber çav girtina bingehên yasayên navdewletî û yasayên ceng û pêverên mafên mirovane. Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya dîroka xebata xwe de bi tenê yek car jî hêviya xwe bi kirdarên terorîstî nebiriye û herdem li xebata xwe da pabendî parastina bingehên mirovayetiyê bûye.
