Serok Barzanî li gel Serkirdatiya PDK- Bakûr civiya
Serokê Kurdistanê li gel şandeke Serkirdatiya PDK- Bakûr civiya.
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Serkirdatiya PDK- Bakûr bi Serokatiya Serokê vê partiyê Sertaç Bucak kir.
Di civînê de Serok Barzanî jiber lidar xistina 11mîn kongreya PDK- Bakûr, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest û hêvî xwest ku kongreya wan bibe hevîna serkeftin di kar û bernameyên wan de û herwiha kar kirin bo xebata siyasî, destûrî bihêztir kirina bihevre jiyan, demokrasî û herwiha piştgîriya xwe jî bo xebata netewî û aştiyane a aliyên Kurdî li Tirkiyeyê diyar kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaza yekgirtin û lihev nêzbûna tevahiya aliyên netewî û demokratên Bakûrê Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir ku piştgîriya hevûdu bikin û bihevre bibin xwedan karên hevbeş.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku gelê Kurd hertim beşek bûye ji çareserî û daxwaza aştiyê kiriye û dilgiraniya xwe jî li hember rewşa aloz ya welatiyên Kurd li Tirkiyeyê diyar kir û tekez li ser xebata aştiyane kir û daxwaz kir ku dawî bi rêjandina xwînê di navbera Kurd û Tirkan de were jiber ku rêya rast bi tenê aştî û bihevre jiyane û lazime tevahiya aliyan xwe ji tundûtîjî dûr bigirin.
Derbarê rewşa siyasî ya Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku li dijî her cure kûdetayeke leşkeriye bo ji nav birina hikûmeteke şerî yaku bi dengê welatiyan hatiye damezrandin.
Li hember de jî şanda mêwan spasiya helwestên Serok Barzanî kir û eşkere kir ku li ser pirensîbên aştîxwaz û netewî yên rêbaza Barzaniyê nemir berdewam dibin jiber ku ew rêbazên han garantorên aştî, aramî û bihevre jiyanê ne.
Şanda mêwan jiber şîretan jî spasiya Serok Barzanî kir û rêzdariya xwe jî ya li hember dilsoziya Serok Barzanî bo doza reva ya gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê de diyar kir.
0
