• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Berevaniya Iraqê: Em destêwerdanê di navçeyên bin kontirola Pêşmerge de nakin

Wezareta Berevaniya Iraqê: Em destêwerdanê di navçeyên bin kontirola Pêşmerge de nakin
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê ragehand ku, Wezerata wan aliyekî cîbicîkare û destêwerdanê di wan navçeyên ku Pêşmerge ew rizgarkirine nake.

Berdevkê Fermî ya Wezareta Bergiriya Iraqê Nesîr Nûrî ragehand: “Mijara vekişandina Pêşmerge ji navçeyên ku ji DAIŞê azadkirine, bi riya destûr û rêkeftinên siyasî têne çareser kirin, wezareta bergirî aliyekî cîbicîkare û destêwerdanê di gotûbêjin jibo vê mijar de nake.”

Derbarê aliyên ku wê di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdarbinin navborî got: “Heta niha ti daxuyaniyek nîne derbarê wê kîjan hêz beşdarî şer bibe, Pêşmerge, Heşda Şeibî jiber hemû di bin sîstema bergirî ya Iraqê de kar dikin, lêbelê dê erkê wan çibe û çawa beşdarbibin hîna jî nediyare.”

Berî niha Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kiribû ku, vekişandina Pêşmerge ji wan deverên ku berî niha ew aad kirine divê bi rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî de be, ne bi tenê bi fermana Hikûmeta Iraqê be.”

Herwiha tekez kiriye ku, rêkeftina Hewlêr ligel Amerîka nayê wateya ku Pêşmerge ji deverên rizgarkirî vekşin, lêbelê bi tenê Pêşmerge dê ji nav bajarê Mûsilê vekşin.

Basnews
Top