• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xaniqîn hejmarek endam û alîgirên Gorranê tevlî PDKê dibin

Li Xaniqîn hejmarek endam û alîgirên Gorranê tevlî PDKê dibin
Çavkaniyekê ji Liqê Xaniqîn ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehnad ku, hejmarek endam û alîgirên Tevgera Gorran (Gorran) li bajarê Xaniqîn dest ji Gorran berdidin û dikevin nav rêzên PDKê.

Endamê Liqê Xaniqîn ê PDKê Şêrgo Tewîq ji BasNews re ragehand: “Hejmarek endam û alîgirên Gooran li Xaniqîn rêzên Gorranê bicîdihêlin û pêwendiyê bi PDKê re dikin.”

Herwiha got: “Me wek liqê Xaniqîn ê PDKê pêşwazî li wan kir û niha jî em wek endamên PDKê pêwendiyê ligel wan dikin.”

Navborî got jî: “Endamên Gorran ku niha dinav rêzên PDKê dê xebata xwe berdewam bikin, bêzarbûna xwe ji binpêkirna hemû mafên wan di nav Gorranê ragehandin, lewma biryar dank u Gorran bicîbihêlin û pêwendiyên bi PDKê bikin.”

Basnews
Top