• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Komîsyarê Bilindê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Mirovî kir

Serok Barzanî pêşwaziya Komîsyarê Bilindê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Mirovî kir
Roja pênçşem 28.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Krîstos Stîliyandêz Komîsyarê Bilindê Yekîtiy Ewrupa yê Karubarê Mirovî û Birêvebirina Qeyranan û şandekî li gel kir ku ji Patrîk Saymunt Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên karubarê mirovî yê Yekîtiya Ewrupa pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Komîsyarê Bilindê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Mirovî û Birêvebirina Qeyranan behsa rewşa qeyraniya Iraq û Sûriye kir û wekî gefeke ciddî yê asayîşa cîhanî da zanîn û ji bo rûbirûbûna vê rewşê hevkarî û hemahengî li gel Herêma Kurdistanê û sûdwergirtina ji nêrîn û şîretên Serok Barzanî bi girîng zanî, ji ber ku dibine sedema wê yekê ku arasteya rûdanan bêzanîn û rê li rûdanên şaş bê girtin. Her wiha spasî xelkê Kurdistanê kir ku hejmarekî zêdeyê koçber û penaberan hewandiye û ragihand ku ji bo ewe hatiye ku bizanin ji bo vegerandina aramî û geşepêdanê çi pêwîste û çawa reftarê li gel rewşa parêzgeha Nînowa bi taybetî li qonaxa piştî Da'îş da bê kirin û eve jî eşkere kir ku ji çarenûsa bajarê Musilê li qonaxa piştî Da'îş gelek nîgerane û pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku li rewşeke gelek aloz da rêz li yasayên navdewletî digre û li gel rêxistinên navdewletî hemahenge.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvanan kir û di derbarê çarenûsa Musilê ya piştî qonaxa azadkirinê wê yekê dûpatkir ku bi sedema rewşa taybetî ya parêzgeha Nînowa li rûyê pêkhatên neteweyî û olî û bi navê rêgirtina li karesatên mezintir û parastina pêkhatan pêwîste berî azadkirina Musilê li ser çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa rêkkeftinekî siyasî bê encamdan û eger çareseriyeke rasteqîne neyê peydakirin wê demê bi dilniyayiyê ve dibe ku kêşe kûrtir bibê.

Her li vê civînê de tîşk xistin li ser rewşa siyasî ya navçeyê û behsa berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.

Top