HDP li 8 bajaran mîtîngan lidar dixe
Piştî mîtînga Stenbolê HDP ragihand ku dê li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî derbeyê dê dakevin meydanan û mîtîngan lidar bixin.
HDPê dê îro li Dêrsîmê dest bi vê pêngavê bike.
Hate zanîn ku 3 ji wan mîtîngan taybet bi jinan dibin.
Hevserokê HDPê Selahettin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî beşdariyê di mîtîngan de dikin.
Biryar e Demîrtaş beşdarî mîtîngên Îzmîr, Amed û Wanê bibe, herwiha Figen Yuksekdag jî beşdarî 5 mîtîngên din dibe.
Rudaw
