• Sunday, 22 February 2026
logo

Nûnerê Obama jî êrişa Qamişlo şermezar kir

Nûnerê Obama jî êrişa Qamişlo şermezar kir
Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett McGurk êrîşa xwekujî ya ku li Qamişlo qewimî, şermezar kir.

Duh danê sibê li bajarê Qamişlo êrişeke xwekujî ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Nûnerê Barack di hevpeymaniya dijî DAIŞê de, Brett McGûrk bi daxuyaniyekê li ser Twittera xwe, êrîşa han şermezar kir û wiha nivîsî: “Em êrişa terorîstî ya ku vê sibehê bajarê Qamişlo hedef girt bi tundî şermezar dikin û soz didin ku emê di şerê li hember terorê de, piştgiriya xwe bo kurdên Sûriyê re bidomînin.

Basnews
Top