• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêzîk Xurmatû binkeyekî leşkerê yê Îranê hatiye vekirin

Nêzîk Xurmatû binkeyekî leşkerê yê Îranê hatiye vekirin
Çavkaniyekî siyasî amaje bi vê yekê kir, ku Îranê binkeyekî leşkerî yê rahênan û perwerdeya leşkerî li Xurmatû daniye û çekdarên Heşdî Şeibî perwerde dike.

Îro 28.07.2016ê çavkaniyekî siyasî li bajarê Xurmatû ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di navbera Silêman Beg û bajarê Xurmatûyê, binkeyekî leşkerî yê Îranê hatiye danîn û şêwirmend û leşkerên Îranê serpereştiya rahênan û perwerdeyên Heşdî Şeibî dikin.’’ Herwaha diyar kir li gor zanyariyên wan, di vî binkeyî de perwerde li ser gelek çek an tê kirin û çawa tên bikaranîn û planên şer têne pêşandan.

Herwaha diyar kir, ku zanyariyên derbarê hebûna fermandarên payebilind ên Îranê li wî binkeyî de hene û ji ber vê jî xelkê de nîgeranî û tirsek ava bûye.

Basnews
Top