Amerîka: Em ji Tirkiyê biguman in!
John Kirby di civîna rojnamevanî ya rojane de li Washingtonê diyar kir ku ew girtina ewqas dezgehên ragihandinê li Tirkiyê tiştek e ku wan ne rehet dike.
Kirby da xuyakirin ku, welatê wî bi saziyên fermî yên dewleta Tirkiyê re her di nav diyalogê de ne û ne rehetiya xwe li hember girtina dezgehên ragihandinê tînin ziman.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amrîkayê hewldana darbeya leşkerî ya roja 15ê Tîrmehê şermezar kir û daxwaz kir ku Tirkiye bikaribe dema li hember wan darbekaran radiweste maf û azadiya ragihandin û demokrasiyê biparêze.
Rudaw
