DAIŞ: ‘Ebû Ayişe Ensarî’ teqîna Qamişlo pêk anî
Li ser hesabên xwe yên di torên civakî de, rêxistina DAIŞê berpirsatiya teqînên Qamişlo girte ser xwe û ragihand, çekdarên xwekuj ê ku li Qamişlo teqîn pêk anî, navê wî Ebû Ayişe Ensarî ye.
DAIŞê herwiha ragihand: “Ebû Ayişe bi kamyoneke bombekirî hejmarek baregehên Kurdî li Qamişloyê kire armanc.”
Derbarê sedema pêkanîna teqînan de jî, DAIŞê wiha got: “Ev çalakî bersiva bombebaranên firokeyên şerî bo ser Minbicê ye.”
Duh li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 2 teqînên bihêz çê bûn û di encamê de 50 kes şehîd bûn û 175 kes jî birîndar bûn.
Rudaw
