• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKê bombe bi leşkeran ve teqand û piştre êriş kir: 3 kuştî

PKKê bombe bi leşkeran ve teqand û piştre êriş kir: 3 kuştî
Li Sêrtê bombeyek bi leşkerên Tirkiyê ve teqiya. Piştre PKKê êrişî leşkeran kir û di navbera her du aliyan de şer derket û di encama êrişê de 3 leşkr hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê bombeyek li ser rêya karwanekê leşkerên Tirkiyê teqiya.

Li gorî agahiyan, teqîn li 10 kîlometriya ser rê ya navbera navçeta Dih û bajarê Sêrtê û di dema derbasbûna otomobîlên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê de pêk hat.

Hat ragihandin, dema ku otomobîlên leşkeran derbas dibûn, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya kontrola ji dûr ve bombeyek teqandin û di encamê de otomobîlek zirhî ya leşkeran têk çû.

Herwiha ji ber bihêziya teqînê 3 leşker hatin kuştin û 1 leşkerên din jî birîndar bû.

Ji aliyekê din ve gerîlayên PKKê piştî teqînê bi çekên sivik û lûledirêj êrişî leşkeran kirin. Ji ber gullebarandinê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên tirk de şer derket.

Piştî teqînê û pevçûnan, Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir ber bi deverên ve şand.

Herwiha helîkopterên Kobra jî bo piştevaniya leşkeran dest bi operasyoneke emsanî kirin.

Rudaw
Top