Mesrûr Barzanî: Kar ê tîroristî ya Qamişloyê bi tundî şermezar dike
Evro 27ê tîrmehê/2016 li bajar ê Qamişloyê dû teqîn çê bûn û di encam de 50 kes şehîd bûn û 177 kes ên din jî birîndar bûn.
Rêkxistî ya Daişê jî li ser tor a Internêtê, berpirsînî ya xwe ji herdû teqînan ragehand.
Deq a peyam a rawêjakar ê Civat a asayîş a Herêm a Kurdistanê li Tiwîterê:
Kirdar a tîroristî ya evro li bajar ê Qamişlo şermezar dikim û serexweşî û hevxwmî ya xwe araste yê malbat ên şehîdan dikim.
Tekez jî dikim, heke li Rojava ya Kurdistanê, bwar bihê dan bi hemû alîyan ku bi hev re berevanîyê li ax a gel ê me bikin, bi dilnîyaî dikarin karîgertir li beranber tîrorist û dijmanan biwestin û serkevtinan biparêzin.
K24
