Her sê kantonên Rojava bang li gel kirin
Îro piştî 2 teqînên bihêz ên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, kordînasyona giştî ya her sê kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Di vê daxuyaniya hevbeş a kantonan de, teqînên li Qamişlo hatin şermezarkirin û tekezî li ser hevxemiya rêveberiyê bi kesûkarên qurbaniyan û birîndaran re hat kirin.
Herwiha her sê kantonên Cizrî, Kobanî û Efrîn bo parastina ewlehiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bang li gel kirin.
Kantonan daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê kirin, ku bo dabînkirin û parastina ewlehiyê bi hêzên Asayişê re bibin alîkar.
Kordînasyona gişît ya her sê kantonên Rojava herwiha soz da xelkê ku ew dê li dijî terorê şer bikin û ewlehiyê li deverên Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.
Ji aliyekê din ve kantonan ji ber teqîna Qamişlo 3 rojn şîn li Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Rudaw
