Piştî teqînên Qamişlo, PDKSê gazî PYDê kir: Bila Pêşmerge derbasî Rojava bibe
Îro li bajarê Qamişlo du teqînên bihêz qewimîn ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li ser wê bûyerê, endamê serokatiya PDKSê, Nûrî Birîmo ji BasNewsê re got, ev bûyerên wiha nîşan didin ku PYD û YPG bi tenê nikarin Rojava biparêzin ji ber wê jî bila bihêlin pêşmergeyên Rojava derbasî welatê Rojava bibin.
Nûrî Birîmo her wiha got, qesta wan êriş û teqînên ku li Qamişlo û Rojava diqewimin, ew e ku kurdan bitirsînin û ji Rojava bidin revandin da ku ew der ji ereban re bimîne.
Wî siyasetmedarê Rojavayî anî ziman ku îradeya PYDê ne di destê PYDê de û got, ma ne şerm e 7 hezar Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê bin PYD jî wiha Rojava biparêze! Bila bihêlin pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin û welatê xwe biparêzin.
Basnews
