Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Herêmê amade ye ji bo alîkarî kirina lêqewmiyên teqînên terorîstiyên Qamişlo
Têkista peyama Serokwezîr
Bi tundî êrişa terorîstiya bajarê Qamişlo şermezar dikim, ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna dehan welatiyan. Sersaxiyê ji kes û karên qurbaniyan dikim û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Terorîstan bi vê kiryara kirêt nîşan dan ku dujminê sersextê gelê kurd û mirovahiyê ne. lê gelê kurd wek herdem pêşeng dibe ji bo ji nav birina terorê li deverê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi hemû karînên xwe alîkariya lêqewmiyan û birîndarên vê kiryara terorîstî bike.
