• Sunday, 22 February 2026
logo

John Bolton: Îdareya Amerîka ya nû dê behsa serxwebûna Kurdistanê bike

John Bolton: Îdareya Amerîka ya nû dê behsa serxwebûna Kurdistanê bike
Baliyozê Amerîka yê Berê li cem Rêkxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Kesayetiya Siyasî ya Komarî John Bolton di hevdîtinekê de niyaza Amerîka derbarê Iraq û Kurdan eşkere kir û got: “Em bi hêvîne ku Îdareya Amerîka ya nû behsa serxwebûna Kurdistanê bike.”

Bolton amaje bi wê yekê jî kir ku, Hikûmeta Iraqê hatiye hilweşandin û nema kare careke din hev bigre, lêma pêwîste Amerîka pişteaniya Kurdan bike di biryarên wan de.

Li gorî malpera News Blok Bolton behsa wê yekê dike ku, Hikûmeta Iraqê hatiye hilweşandin û nema kare careke din bibe hikûmetek hevgirtî, Kurd jî karîbûn xwe dûrî deselata Bexda birêvebibin û bi şêweyekî serbixwe, ez nabînim ku ew dixwazin vegerin Bexda, herwiha nabînim ku ti kaes kare wan neçar bike ku vegerin bo Bexda.

Herwiha dibêje: “Lê belê biryara serekî û bingehîn di vê mijarê de biryara gelê Kurd e, jiber wek her biryarek jibo serxwebûnê dê asayî be û bawerim ku Amerîka dê piştevaniya wan bike, lêbelê divê serxwebûna Kurdan di keşûhewayekî aram de be jibo karibin sûdê ji serxwebûna xwe werbigrin.”

Basnews
Top