• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo kesukarên qurbaniyên rûdana terorîstiya Qamişlo

Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo kesukarên qurbaniyên rûdana terorîstiya Qamişlo
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ji bo mexdûrên êrişê anî ziman.

Îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava 2 teqîn çêbûn di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî peyamek belav kir û ew êrişên terorîstî şermezar kir.

Peyama Barzanî wiha ye:

“Ez bi êrişên terorîstî yên ku îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî xûşk û birayên me pêk hatin, pir xemgîn û dilteng bûm. Ez bi tundî wan êrişên hovane û terorîstî şermezar dikim û serxoşiyê ji malbatên şehîdên wê bûyerê re dixwazim. Her wiha ji birîndaran re hêviya başbûnê dixwazim. Divê parêzgeha Duhokê û hemû dezgehên têkildar ên Herêma Kurdistanê, bi hemû îmkanên xwe alîkariya mexdûr û birîndarên wan êrişên terorîstî yên Qamişlo bikin.”
Top