• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Qamişlo 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Qamişlo 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 2 teqîn qewimî û li gor zanyariyên destpêkê di encamê de 12 kes canê û 68 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyek ji Qamişlo ji Rûdawê re ragihandine li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo saet 9:18ê bi wesayîteke bombebarkirî 2 teqînan rû da û di encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor agahiyan destpêkê di nav şehîdan de jin, zarok û şervanên Yekîniyên Parastina Gel (YPG) hene.

Ji ber teqînê di avahiyên derdorê de ziyanek mezin çêbû û piraniya birîndaran bi cam û şûşeyên xaniyan birîndar bûne.

Teqîn Teqîn li ser cadeya sereke ya bajar li ber avahiya Mala Gel a Qamişlo pêkhatiye.

Li gor agahiyan di encama herdû teqînan de 12 kesan canê xwe ji dest dane û 68 kes jî birîndar bûne

Beriya teqînê firokeyên şerî bi ser bajerî ve geriyane.

Rudaw
Top