• Sunday, 22 February 2026
logo

Yasayekî giring li parlamentoya Iraqê hate pesend kirin

Yasayekî giring li parlamentoya Iraqê hate pesend kirin
Yasayekî giring ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye, di encûmena nûnerên Iraqê de hate pesend kirin.

Endamê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Erdelan Nûredîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 26.07.2016ê piştî danûstandinên zêde û rêgiriyeke zêde ya kutleyên şîe, li encûmena nûnerên Iraqê, me karî pirose yasaya desteya giştî de, garantî û misogeriya mafên Herêm û parêzgehên ku bi herêmê ve nehatine girêdan pesend bikin.’’

Herwaha diyar kir, li gor yasa mafekî yasayî yê zêde dide herêma Kurdistanê û bi taybet jî, ji aliyê lêkolînên zanistî û gelek aliyên din de maf dide. Herwaha li gor yasayê her tişt bi awayekî navendî na vegere Bexdayê û erkê herêm û parêzgehên bi herêmê ve nehatine girêdan xwedî destpêşxeriyekî zêdetir dibin.

Basnews
Top