• Sunday, 22 February 2026
logo

TEVGERA GORAN – Di 7 salan de çi guhert?

TEVGERA GORAN – Di 7 salan de çi guhert?
Tevgera Goran di hilbijartina xwe ya yekemîn de 25 kursî bidestxist. Lewma ew roj weke roja damezrandina vê partiyê tê hijmartin.

Li ser damezrandina partiyeke cûda yê Başûrê Kurdistanê de 7 sal derbas bûn. Tevgera Goran ew partiye ku li Girê Zergete xwe bi xelkê da nasîn û di gelek pêvajoyên karê siyasî de jî helwestek tund li hember hikûmet û parlamentoyê girt.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî li ser pirsa, “Goranê di heyama 7 salan de çi guhert?” ji Rûdawê re got:

“Weke Tevgera Goran, bi rêya liv û tevgerek siyasî, xebateke nû yê civakî û bi rêya peyamên xwe ve me karî em xelkê fêrê wê yekê bikin ku sîstemek din ê hikûmraniyê heye. Herwiha fêrî wê yekê jî kir ku parastina mafên wan bi serweriya yasa û selmandina dadperweriyê dibe.”

Roja 5ê Kanûna 2006ê Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran cûdabûna xwe ji Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ragihand. Di yekem roja Çileya 2007ê de jî ji bo karên ragihandinê şîrketa Wişe damezrand.

Di hilbijartinên 25ê Tîrmeha sala 2009ê de jî bi lîsteya Tevgera Goran beşdarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir. Di van hilbijartinan de 25 kursî bidestxist û êdî ew roj weke roja damezrandina Tevgera Goran hate destnîşandkirin.

Li ser mijara damezrandina Goran, Endamê Polîtbûroya YNKê Ferîd Eseserd jî wiha axivî:

“Ji bo pêşkeftina bingeha demokrasiyê û mûxalefetê, damezrandina Tevgera Goran pêngavek baş bû. Lê Goran bi avabûna xwe ve, ji bo me gelek pirsgirêk jî anîn. Em bi navê YNK û ew bi navê Goran beşdarê hilbijartinan bûn. PDKê wisa hizir dikir ku ev e lîstikek e û ji bo komkirina dengên dengdêran hatiye kirin.”

Ji Tîrmeha 2015ê ve li Herêma Kurdistanê krîza siyasî heye ku aliyekê nakokiyan jî Tevgra Goran e. Di gulana 2016ê de YNK û Goraan rêkeftinek îmzekirin lê ev rêkeftin jî nebû sedema çareseriyê.

Rudaw
Top