7 hezar malbat vegeriyane bajarokê Sinûnê
Rêveberê nahiya Sinûnê, Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, jiyan li bajarokê Sinûnê hêdî hêdî normal dibe û ti metirsiyek li ser bajêr nîne çimkî kontrol bi temamî di destê Pêşmerge de ye.
Nayîf Seydo her wiha got, malbatên ku ji ber şerê DAIŞê ji bajêr derketibûn, dîsa vedigerin. Heta niha 7 hezar malbat vegeriyane Sinûnê û veger hîn jî didome.
Rêveberê Sinûnê anî ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzariyek baş pêşkêşî xelê wê deverê kiriye û got, lê ev sê sal in hikûmeta Iraqê tiştek bo me nekiriye.
Nahiya Sinûnê, ku mezintirîn nahiya Şingalê ye, havîna 2014ê ketibû destê DAIŞê lê hêzên Pêşmerge karîn Kanûna 2014ê wî bajarî ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Basnews
