PDKê bi tundî kuştina xortê Kerkûkî Barzan Mehmûd şermezar kir
Herwiha hevxemiya xwe arasteyî malabata Barzan kir û daxwaz kir ku, derencamên lêkolînana jibo raya giştî werin ragehandin û tawanbar jî sizayên xwe yê dadwerî li gorî yasayê bibin.
Deqê daxuyaniya Firekesyona PDKê:
Welatiyên bi rûmet û mirovdost
Encamdana tawanê “Îşkencekiein heta mirinê” li dijî xortekî Kurd ji Kerkûkê bi navê Barzan Mehmûd di çend rojên borî de, em hemû hejandin û wijdanê me hemiyan mirovdostan hejand.
Ev tawan binpêkirine ji pirensîpên navdewletî ên mafê mirov, yasayên navxweyî, deqên pîroz ên ezmanî û nerîtiyên pêkvejiyanê li bajarê Babekurkur û Kerkûka dilê Kurdistanê binpêdike.
Tiştê bû, bû sedema nerazîbûna hemû aliyan, encamadana vê kiryara dirindane bi şêweyekî rêxistî û metirsîdar ku lêkolîneyên seretayî amajeyê pê dikin metirsiyek mezine.
Di dema ku, em hevxemî, dilêşiya û serxweşiya xwe bi boneya vê karesetê arasteyî malbata kaka (Barzan) dikin, di heman demê de bi tundî em bitûndî wan destê reş û mirovkuj şermezar dikin ku van kiriyarên bi rengê tund û hovane dikin.
Herwiha daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar û yasayî dikin ku bi erkê xwe rabin û tawanbar bi sizayê kuncaw siza bikin û derencamên lêkolînana jibo raya giştî eşkere bikin.
Em bi hêvîne ku xweda sebir û aramiyê bike para xizim, heval û dostên wî.
Firekesyona PDKê di parlemena Kurdistanê de
24.07.2016
Basnews
