Ji Amerîkayê peyam; Dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye!
John R. Bolton di daxuyaniyekê taybet de ji Rûdawê re ragihand: “Em ji gelê Kurd re azadiyê dixwazin. Lê me divê di navçeyeke aram de be ku bikarin tame ji sûdên azadiyê werbigrin.”
Bolton herwiha got:
“Bi ya min niha dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber ku hikûmeta Iraqê têkçûye û Kurd jî dikarin xwe bi rêve bibin. Ti kes jî nikare bi zorê wan li gel Iraqê bihêle.”
Berpirsê pilebilind ê Partiya Komariyan a Amerîkayê John R. Bolton diyar kir ku ew hêvî dikin di destpêka meha yekê ya sala nû li Amerîkayê rêveberiyek nû bê avakirin û ew jî bikarin derbarê vê mijarê de gavên eşkere biavêjin.”
Rudaw
