Parlementarekî Kurd: Amerîka ji Ebadî re gotiye, Şerê Mûsilê bêyî Pêşmerge nabe
Şaxewan Ebdullah ji BasNews re ragehand: “Ti kes nerazî ye u Heşda ŞEibî beşdarî şerê rizgar kirina Mûsilê bibe, lewma hindek alî dixwazin bêjin ku vê îradeya Sunne li ser xwe pesend nakin.”
Herwuha got: “Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir dibêje ev îradeya Amerîka ye, Heşda Şeibî jî dibêje ev îradeya Xelkê Sunne ye û wê wek îhaneyekê jibo xwe dibînin, lewma ew ditirsin ku heger ew beşdarnebin, sibe sîstema rêveberiyê jî li Mûsilê were guhertin.”
Şaxewan Ebduulah got jî: “Serdana Wezîrê Berevaniya amerîka bo Ebadî jibo pêbendbûna bi fermanên û planên Amerîka ye, Amerîka jî komek hêl ji Ebadî re danîne, Ebadî nijare wan piştguh bike, bitaybet xala ku, pêyî Pêşmerge şerê Mûsilê destpênake û divî hemahingî ligel Pêşmerge bibe.”
Basnews
