• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Efrîn Asayişa PYDê çalakvanê ku Alaya Kurdistanê belav kiribû destgîrkir

Li Efrîn Asayişa PYDê çalakvanê ku Alaya Kurdistanê belav kiribû destgîrkir
Hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi Asayişa Rojava tên naskirin, yek ji çalakvanên beşdar di helmeta belav kirina Alaya Kurdsitanê de destgîr kirin, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî ev kiryar şermezar kir.

Îro 24 Temûzê, çalakvanê Kurd ji Efrînê Şêro Ehme ji BasNews re re ragehand: “Doh, Asayişa PYDê çalakvanê Kurd Serbest Xelîl bi sedema ku wî alayên Kurdsitanê di cenazeya Hunermend Bavê Selah de belavkiribûn ji mala wî destgîr kirin û ew jibo cihekî nediyar revandin.”

Derbarê vê mijarê ENKSê beyanameyek belav kirin, kopiyek jê jibo BasNews hate şandin, têde hatiye: “Karekî başbû ku Asayişa PYDê berî çend rojan hejmarek ji zindaniyan berdan, lêbelê divê hemû zindanî werin berdan.”

Herwiha di beyannameyê de hatiye: “Di hema demê de bi tindî destgîrkirina çalakvan Serbest Xelîl bi tuhmeta belavkirina alaya Kurdistanê li ser xelkên beşdar di cenazeya Bavê Selah de û em daxwaza azad kirina wî dikin.”

Beyanameya ENKSê daxwaz kiriye ku, PYDê van kiryarên xwe bide rawestandin û herwiha daxwaz li hemû hêzên Kurdistanî kiriye ku fişarê li PYDê bikin jibo ku, kiriyarên xwe li dijî rêkberên xwe bide rawestandin.

basnews
Top