Asayişa YNKê derbarê ‘kuştina xortekî ji ber tatoya Barzanî’ de daxuyanî da
Heyama du rojan e ku çend wêneyên xortekî Kurd di torên civakî û malperan de tên belavkirin, ku tê de xuya dibe, ku ew xort di bin lêdan û îşkenceyê de hatiye kuştin.
Li gor agahiyan, ew xort xelkê Kekrûkê ye û navê wî Barzan Mihemed Rehîm e. Li ser bedena wî tatoyên bi dirûşmên piştgirî li Partiya Demokrata Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hene.
Kadroyên PDKê yên li Kerkûkê, Asayişa girêdayî YNKê li vî bajêrî bi kuştina wî xortê Kerkûkî tohmetbar dikin û dibêjin, hêzên YNKê ji ber tatoyên ser pişta wî yên bo piştevanîkirina Barznaî, Barzan Mihemed Rehîm di bin îşkenceyê de kuştine.
Asayişa YNKê li Kerkûkê îdîayên kadroyên PDKê red dike. Berdevkê Asayişa YNKê li Kerkûkê, emîd Simko Mehmûd di daxuyaniyekê de red kir, ku ew xort ji aliyê wan ve hatibe kuştin.
Simko Mehmûd ji Rûdawê re got: “Em li ser azadiya nêrînan ti kesî nagirin.”
Lê belê Simko Mehmûd înkar nake, ku di heyamên borî de ew xortê Kekrûkî ji aliyê hêzên ser bi Asayişa YNKê li Kerkûkê hatiye girtin û dibêje, tenê bo dema çend saetan hatibû girtin.
Mehmûd wiha dibêje:
“Girtina wî li ser azadiya nêrînan nebûye, belku girtina wî bi zelalî ji ber du dosyayên din bû. Piştî çend saetan jî hate berdan.”
Bûyera kuştina Barzan Mihemed Rehîm bertekên mezin li pey xwe anîne. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermanek daye Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daku derbarê bûyerê de dest bi lêkolîneke taybet bike û piştî zanîna rastiyan tedbîr û biryarên pêwîst bistîne.
Herwiha Serokê Komîteya Mafên Mirov li Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ew bûyer wek tawanek mezin bi nav kir.
Soran Omer herwiha da xuyakirin, ku ew dê bi cidî lidûvçûnê bo bûyerê bikin û dê di lêkolînan de derkeve holê ka kî ew tawan encam daye.
Rudaw
