Almanya: Penaberekî Sûrî bi dasê êrîşî 3 kesan dike
Li gor medyaya Almanyayê belav kiriye ku, li bajarê Stuttgardê Penaberekî Sûrî bi dasê êrîşekê dike, di encamê de jî jinek hat kuştin û du kesên din jî birîndar dibin.
Hat ragihandin ku, polîsa Almanyayê ew êrîşker girtine, lê heta niha ti zanyariyên zêdetir derbarê wê bûyerê de nehatine belavkirin.
Tê zanîn ku, roja 22 Tîrmehê jî, kesekî ji regeza Îranî li nêzîkî xwaringehekê li bajarê Mûnchenê, teqe li welatiyan kir û di encamê de 9 kesan canê xwe jidest dan û 16 kesên din jî birîndar bûbûn.
K24
