Wezareta Pêşmerge: Ji navçeyên me rizgar kirine venakişin
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Wezareta Pêşmeger aşkere kiriye ku, tenê ji bajarê Mûsilê dê vekişin, piştî ku ew ji destê DAIŞê bê rizgarkirin. Lê Pêşmerge ji navçeyên din yên ku ji berî du salan ve rizgar kirine venakişin.
Duh, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa hin xalên rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê kir.
Li gor daxuyaniya Wezarta Bergîriyê ya Iraqê, di rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê de hatiye ku, hêza Pêşmerge û leşkerên din piştî rizgarkirina navçeyên ku di proseya leşkerî ya parêzgeha Neynewê de bidawî bibe, dê vekişin.
K24
