• Sunday, 22 February 2026
logo

Enqere. CIA jê agahdar bû!

Enqere. CIA jê agahdar bû!
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê hewldana derbeyê leşkerî de got, hin kesên di burokrasiya sivîl û darazeriyê de jê agahdar bûn û peywendiyên wan bi darbeyê ve heye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyê wiha got: “Ez bawerim ku eleqeya kesên ku di darazê û burokrasiya sivîl de bi derbeyê ve heye.

Çawa ku ez navê xwe baş dizanim yên ku di nav Şêwra Dewletê û Dadgeha Bilind de û hin kesên ku di nav darazê de, wîsa baş dizanibû ku hewldana derbeyê dê roja Înê çêbibe."

Bekir Bozdag îdia kir ku CIAyê jî ji hewldarna darbeya leşkerî agahdar bû wiah domand:

"Amerîka jî û Birêz Obama jî çawa ku navê xwe baş dizane, baş dizanin ku Fetullah Gulen ev derbe kiriye. Ez bawerim ku îstixbarata Amerîkayê dizanibû. Ez bawerim ku Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê dizanibû. Piştî vê saetê tu şika wan tune û ez jî pê bawerim, ev pir eşkere ye.”

Rudaw
Top