• Sunday, 22 February 2026
logo

DÊRSIM - PKKê êrişî polîsan kir: Kuştî û birîndar hene

DÊRSIM - PKKê êrişî polîsan kir: Kuştî û birîndar hene
Li navenda bajarê Dêrsimê li dijî xala pişkinînê ya polîsan êrişa çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de polîsek canê xwe ji dest da, 2 polîs jî birîndar bûn.

Peyamnerên Rûdawê li Dêrsimê Serkan Ince ragihand ragihand şeva berê derdora saeta 23:25ê li ser rêya Dêrsim-Pilûrê li taxa Alî Baba ya navenda bajarê Dêrsimê li dijî xala pişkinînê ya hêzên asayîşa Tirkiyê êrişa çekdarî pêk hat.

Di encama êrişa ku bi roket û çekên lûledirêj pêk hat de polîsek canê xwe ji dest da, 2 polîs jî giran birîndar bûn.

Ji destpêka êrişê zêdetirî 15 deqeyan dengê çekan û bombeyan ranewestiya. Heta 01:30yê derengiya nîvê şevê jî cî bi cî dengê çekan ji nav bajêr deng veda.

Herwiha hema piştî êrişê tevgera hewayî ya ku dest pê kir jî heta berbanga sibê berdewam kir.

Piştî êrişê polîs û cendirmeyan li navenda bajêr operasyon dan destpêkirin.

Hêzên asayîşa Tirkiyê daxwaz ji welatiyan kirin ku her kes vekişin malên xwe û bişev dernekevin derve.

Li aliyê din ji ber êrişa navborî welatiyên ku ji bo dawetek li Hola Dawetê ya Esîntî bûn, li hola dawetê asê man. Hola dawetê ya navborî bi qasî du-sed metiran nêzî cihê bûyerê ye.

Parêzgariya Dêrsimê jî îro danê sibê bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina polîsek û birîndarbûna 2 polîsan piştrast kir.

Parêzgariya di daxuyaniya xwe de ragihand ku êriş ji aliyê PKKê ve pêk hatiye.

Parêzgariyê diyar kir ku di encama êrişê de polîsek canê xwe ji dest daye, 2 polîsê birîndar jî ji bo dermankirinê şev bi helîkoptera leşkerî veguhestine bajarê Xarpêtê.

Rudw
Top