Demîrtaş bo destpêkirina proseya aştiyê bang li hikûmetê kir
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Stenbolê di mîtîngê de axivî û got: “ Ji biçûkan bigirin heya mezinan, herkes dît ku derbe tiştekê çawa ye. Ew kesên ku bi tankan radestkirina civatan hêvî dikirin, xwe xapandin. Divê em li dijî derbeyê derkevin lê piştî derbeyê jî divê ber xwe bidin.”
Demîrtşa got domand: “Bo proseya aştiyê jî, malbat û parêzerên Ocalan bila biçin ba wî. Ev yek dê gelek kêşeyan safî bike. Ji vir bang li hem hikûmetê hem jî PKK'ê dikim. Divê em rê bidin bo rêbazeke nû ya demokratîk, şer, xwîn, mirin û rondikan dibe sedema bûyerên şeva 15'ê Tîrmehê. Divê em ji nû ve proseya aştiyê bidin destpêkirin û bo derfetên hevjînê hewl bidin.”
Demîrtaş got jî: “Em, serokomar di serî de bang li serokwezîr, partiyên siyasî û serkirdeyên siyasî dikin. Werin em di çarçoveya demokratîk de li hev bicivin. Guh bidin nêrînên cuda. Em destûrekê nû çêbikin. Di pirsgirêka Kurd de bo çekberdanê divê em bi hev re bixebitin.”
K24
