• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterek: Malikî xewnên serdana Hewlêrê dibîne

Parlamenterek: Malikî xewnên serdana Hewlêrê dibîne
Parlamenterê Iraqê, sedema serdana Malikî ya Silêmaniyê aşkera dike û dibêje, ew serdana tu metirsiyekê wê bo Kurdistanê tuneye, ji ber îradeya gel ji her tiştekî bihêztire.

Endamê parlamentoya Iraqê yê li ser lîsteya PDKê Dr. Erefat Kerem Sitûnî ji BasNewsê re ragehand; ‘’Pêwîst ne dikir ragehandinên me ew qasê xwe bi serdana Malikî ve mijûl bikira. Ji ber Malikî Iraq wêran kir û dixwaze şikesta xwe bi wî serdanê veşêre.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Malikî xewnan li ser serdana Hewlêrê dibîne. Xewnên hevdîtina li gel Barzanî dibîne. Lê Barzanî xwedî piroseya çarenivîsiya kurd li ber destê wî ye. Ew jî ragehandine dewlet û serxwebûna Kurdistana başûre.’’

Sitûnî got: ‘’Serdana Malikî ya Silêmaniyê tu metirsiyekî xwe li ser Kurdistanê tuneye. Ji ber îradeya gel ji hemû tiştekî bihêztire.’’

Basnews
Top