‘Malikî kar dike ku dû îdareyiyê li Kurdistanê ava bike’
Îro 23.07.2016ê endamê encûmena nûnerên Iraqê Xoşewî Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Malikî bi her rêyekî be hewl dide ku bê ser desthilatê. Yek ji wan hewldanên wî jî bi rêya partiyên Kurdistanê ve ye. Hewldanên wî berdewamin. Em hêvîdarin ew hewldanane bi rêya Kurdistanê ve nebin. Ji ber me dît çi tiştek anîn serê Kurdistanê. Heta naha qut û tiştên xwarinê yên Kurdistanê birî, heman demê de hêvîdarin ku Kurdistanê nikaribe bike dû bereyî yên dijî yek.’’
Herwaha got: ‘’Malikî dixwaze bi rêya erk dayîn û sozên cuda cuda kurd ji rojeve navnetewî derxe û bi piroseyên xwe ve mijûl bike. Ji bo vê naha tê gotin dest avêtiye karta dayîna mûçe û budceya parêzgehan. Lê eger gotûbêj li ser vê mijarê bên kirin, divê bi rêya hikûmeta herêma Kurdistanê ve bên kirin, ne bi rêya partiyan ve.’’
Xoşewî Xelîl diyar kir: ‘’Eger YNK û Gorran bi piroseya Malikî razî bibin, ku budceya bajarekî bide û bi vê rêyê ve bête ser desthilatê, ew pir metirsîdar e û metirsiya dû îdareyî yê wê ava bike. Ji ber vê Malikî jî wê Malikî bihêz bike û wê herêma Kurdistanê lewaz bike. Hêvîdarim navmala kurd nekeve xeletiyekî waha.’’
Basnews
