IRAQ – Agahiya me ji rêkeftina Hewlêr û Washington hebû
Wezareta Berevanî ya Iraqê di 11 xalan de behsa naveroka rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê kir.
Wezareta Berevanî dibêje ewê hatiye îmzekirin ne rêkeftin e, lihevkirinek e ji bo têgehiştina hev û pêşkeşkirina hevkariyên Amerîkayê ye ji bo Wezareta Pêşmerge.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di naveroka lihevkirinê de hebûna ti baregahek leşkerî yê Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî cîh nagre ku teybet be bo desthilata hikûmeta federal a Iraqê.
Herwiha tê gotin ku beriya lihevkirinê rizamendiya hikûmeta Iraqê ji bo alîkariya darayî û dabînkirina meaşên pêşmerge hatiye wergirtin û aliyê ku alîkariyê pêşkeş dike jî şertên xwe li ser Herêma Kurdistanê de sepandiye.
Li go daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Iraqê xalên rêkeftinê wiha ne:
- Ji bo rêgiriya hatina çekdarên DAIŞê zêdekirina hejmara pêşmergeyan li çeperên pêş.
- Heger pêwîst be, peydakirina hêzek bi tevger ji bo hevkariya operasyona rizgarkirina Mûsilê.
- Ji aliyê meşq û rahênan ve piştgiriya hevpeymaniya navdewletî û çekdrên Heşda Şeebî di nava xala Kurdistanê de, li gor rênimayên hikûmeta Iraqê.
- Ji bo operasyona kontrolkirina parêzgeha Nînowa, hevkariya û hemahengiya li gel hikûmeta Iraqê.
- Bi berdewamî piştgirî dayîna hêzên ewlekariya Iraqê ku bikarin di dema operasyona Mûsilê de xaka Kurdistanê bikarbînin.
- Ji dema cîbicîkirina vê yadaştnameyê ve, hemû hêzên pêşmerge û hêzên din ên herêmê, li gor bernameyeke demkî yê hikûmeta Iraqê biryarê li ser bide ji navçeyên rizgarkirî yên Nînowa vedikêşin.
- Di nava Wezareta Pêşmerge de pêkanîna çaksaziyên bingehîn, bi awayekê ku bibe şefafiya darayî.
Roja 12ê Tîrmehê li Selehedînê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêkeftinek di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hate îmzekirin.
Li gor vê rêkeftinê dê Amerîka ji bo dabînkirina beşek ji meaşên pêşmerge 415 milyon dolar bide Wezareta Pêşmerge.
Rudaw
