• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa Almanya şermezar kir

Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa Almanya şermezar kir
Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa ku duh, li Almanyê rûdayî û tê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16e kesên din birîndar bûn şermezar ki.

Derbarê vê yekê Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser malpera xwe ya taybet a Tiwiterê daxuyaniyek weşan tê de, ew êrîş bi tûndî şermezar kir û diyar kir ku, dilê wan li gel qurbaniyên wê rûdanê de ye.
Şeva borî li mola Olompiya li bajarê Miyûnixê kesekî êrîşkir serwelatiyan û gule berdana wan û piştî wê xwe kuşt, di encam de 10 kes hatin kuştin û 16e kesên din jî birîndar bûn birîna hinek ji wan giran e ku di nav de zarok jî hene.

Fermandarê polîsên Almanyayê jî ragehandibû ku encamderê êrîşa welatê wî bi regez Îranî ye û welatiyên Almanyayê ye, herwiha da zanîn ku, temenê wî 18e salin.Êrîşa ku li Almanyê hatibû encam dan ji aliyê gelek welatan ve hate şermezar kirin.

K24
Top