• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKê rê girt û 6 wesayit şewitandin

PKKê rê girt û 6 wesayit şewitandin
Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser riya Dêrsim-Ezirganê rêya hatinûçûnê girtin û piştî sekinandina wesayîtan, 6 ji wesayitan şewitandin.

Îro danê êvarê 40 kîlometir dûrî navenda bajêr di Newala Çemê Mûnzirê de li ser riya Dêrsim-Ezirganê endamên PKKê xalên pişkinînê danî û ji wesayîtên dan rawestandin 6 jê şewitandin. Wesayîtên ku hatine şewitandin 4 jê yên Rêveberiya Taybet a Bajarê Dêrsimê ne, 2 wesayît jî yên şîrketa elektirîk FEDAŞê ne.

Herwiha endamên PKKê dest danîn ser wesayitek FEDAŞê û bi xwe re birin.

Piştre tîmên agirvemirandinê yên ser bi şaredariya Dêrsimê ve agirê wesayitan kontrol kirin. Bi vî awayî rê li ber şewitîn û agirpêketina daristanan hat girtin.

Piştî bûyera navborî Baregeha Leşkerî ya Cendirmeyan bejahiya gundê Xozmerekê û bejahiya devera Zaxgeyê bi obûs û hawanan topbaran kir.

Li hemberî egera ku ´PKK bi wesayîta ku dest daniye ser êrişê pêk tîne´, li navenda bajarê Dêrsimê tedbîrên ewlekariyê hatin tundkirin.

Rudaw
Top