• Sunday, 22 February 2026
logo

PDKSê bang li PYDê kir

PDKSê bang li PYDê kir
Asayişa Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berpirsekî pilebilind û çend endamên PDKSê piştî çend mehan berdan.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) di daxuyaniyekê de ragihand, îro Asayişa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdurehman Apo û çend endamên din ên wê partiyê serbest berdan.

Li gorî dauxyaniya PDKSê, asayiş piştî derbasbûna 4 mehan bi ser girtina Ebdurehman Apo re, îro ew berdan.

PDKSê da xuyakirin, Asayişa Efrînê herwiha 3 hevalên din ên wan bi navê Filmez Osman, Cemalzade û Rênas Ebdurehman jî berdane.

Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaza demildest berdana 3 endamên din ên wê partiyê tê kirin, ku di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de ne.

PDKSê herwiha bang li rêxistin û saziyên navdewletî û Kurdistanî kir, ku guvaşên xwe li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zêde bikin, daku hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Rudaw
Top